Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê li Munîhê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya re hevdîtinek kir.

17.02.2024, Cts - 12:35

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê li Munîhê civiyan
Nuçe Belav bike

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî piştî Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku “bipêşxistina pêwendiyên Kuwêtê yên bi Herêma Kurdistanê re” û “berfirehkirina pêwendiyên her du aliyan” hatin niraxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Elî Yehya li ser ewlehî û aramiya herêmê axivîn û wan diyar kir ku “Divê aramî û ewlehiya Îraqê were parastin.”

Dîsa çend babtên wekî “pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê” û “hilbijartinên Herêma Kurdistanê” hinek mijar bûn ku hatin rojeva civîna Barzanî û Elî Yehya.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:42:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x