Qesra Buckinghamê îro Pêncşemê 8ê Îlona 2022an li ser rewşa tenduristiya Şahjina Brîtanyayê Elizabeth daxuyaniyek belav kir û got, “Vê sibehê piştî nirxandineke bêkêmasî, pizîşkên Şahjinê ji tenduristiya cenabê wê bi fikar bûn û pêşniyar kirin ku ew di bin çavdêriya pizîşkî de bimîne. Şahjin rehet e û li Balmoralê dimîne.”
Hat diyarkirin ku malbata Şahjina Brîtanyayê Elizabeth li ser rewşa wê ya tenduristiyê hatiye agahdarkirin.
Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss jî li ser Twitterê got, “Tevahiya welêt îro nîvro bi nûçeyên ku dê ji Qesra Buckinghamê werin re pir mijûl be. Fikrên min û yên mirovên li Brîtanyayê di vê demê de bi
Şahjin û malbata wê re ne.”
Şahjin Elizabeth a 96 salî ji payîza par û vir ve tûşî pirsgirêkên liv û tevgerê bûye û gopalan bi kar tîne.
Şahjin Elizabeth II, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, nikarîbû beşdarî çalakiyên curbicur ên wekî vekirina parlamentoyê û pîrozbahiyên 70 saliya şahjiniya xwe (Salvegera Platinum) bibe.