Serokê Polonyayê Andrzej Duda, îro roja Yekşemê li Ukranyayê bû û di axivtina xwe da bo qanûndanerên li parlementoya Kîevê got ku tenê Ukraynayê maf heye ku biryarê li ser paşeroja xwe bide.
Andrzej Duda got, "Dengên xemgîn derdiketin, ku digotin divêt Ukrayna serî bo daxwazên Pûtînî çemîne ." "Tenê mafê Ukraynayê heye ku derbarê paşeroja xwe da biryar bide... bêyî we tiştek li ser we çênabe."
Andrzej Duda bû yekem rêberê biyanî ku ji dema dagirkirina Rûsyayê di 24ê Reşemê êreve bi kesane axaftinek pêşkêşî parlamentoya Ukraynayê dike.