Îro Encûmena Asayîşa Navnetewî rewşa Îranê gotûbêj dike

li ser banga Amerîka û Albanya (Arnavut) li Encûmena Asayîşa Navnetewî ya Netewên Yekbûyî civînek birêve diçe û têde serkut û tepeser kirina xelkê xwepêşander a ji aliyê Îranê ve dê bê gotûbêj kirin.

02.11.2022, Çar - 11:31

Îro Encûmena Asayîşa Navnetewî rewşa Îranê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Îro 02.11.2022yê li ser banga Amerîka û Albanya (Arnavut) li Encûmena Asayîşa Navnetewî ya Netewên Yekbûyî civînek birêve diçe û têde serkut û tepeser kirina xelkê xwepêşander a ji aliyê Îranê ve dê bê gotûbêj kirin û hemû endamên rêxistina Netewên Yekbûyî jî dikarin di civînê de beşdar bibin.

Vê derbarê de balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield amadebûna nûnertiya welatê xwe ragehand, ji bo civîna Encûmena Asayîşê, ku perçiqandina tundî ya hêzên ewlehiya Îranê ya li hember xelkê xwepêşander bê behs kirin û gotûbêj kirin.

Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî di twitekî de ragehand: ‘’Em nikarin bêdengbin. Rayedarên Îranê bi tundî li hember xwepêşandanên aram û aştiyane yên xelkê welatê xwe didin. Nûnerên Amerîka û Albanya li Netewên Yekbûyî û hemû endamên wê rêxistinê û rêberên civaka sivîl dicivin, ku ew perçiqandin û tepeseriya hovane ya Îranê şermezar bikin û nerazîbûnên xelkê jîr ê Îranê raxin ber çavê hemû aliyan.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:56:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x