Deriyên sînor ên Iraqê û kontrolkirina wan

Kazimî tekez kir, hêzên ewlekariyê rasipardine teqe li her kesekî bikin ku bixwaze derî bibezînin û got, niha êdî ew deriyê sînor di jêr desthilata hêzên serbazî de ye.

12.07.2020, Paz - 06:59

Deriyên sînor ên Iraqê û kontrolkirina wan
Nuçe Belav bike

Roj bi roj rewşa darayî û aborî ya Iraqê ber bi xiraptir diçe, vîrusa koronayê zêdetir belav dibe û bihayê petrolê ji 45 dolaran derbas nabe, hikûmeta nû ya Iraqê jî bi serokatiya Miztefa Kazimî hewl dide bi çend rêyan aboriya Iraqê vejîne, yan qet nebe bikaribe mûçe dabeş bike. Yek ji wan sektoran jî ku Kazimî destê xwe avêtiyê, deriyên sînor in û dibêje, dest bi qonaxeke nû ya kontrolkirina deriyên sînor kirine.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana deriyê sînorî kir û got: ““Îro em li vê derê ne li deriyê sînor, ev deriyekî girîng e, daku peyamekê bo hemû gendelkaran bişînin, îro em di qonaxa vegerandina sîstem û yasayan de ne, ev daxwaz ne tenê daxwaza hikûmetê ye, lê daxwaza gel, aliyên siyasî, çalakiyên civakî û hikûmetê ye, ew pereyên ku di jêr navên cuda de bi avê de dihatin berdan, dema wê çû, em ji hemû karmendên vî derî re dibêjin ku îro me dest bi qonaxeke nû kir ji wêya me soz da di mijara deriyan de bikin, ew jî rêgirtin e ji wêya derî bibin pêgeh û deriyên gendelkaran, sê navçeyên me hene, yek ji wan navçeya gumrikî ye, ku niha di bin kontrola hêza serbazî de ye û desthilata wan heye teqe li her kesekî bikin ku zêdegaviyan dibin ser navçeya gumrikî, ev peyameke zelal e.”

Kazimî tekez kir, hêzên ewlekariyê rasipardine teqe li her kesekî bikin ku bixwaze derî bibezînin û got, niha êdî ew deriyê sînor di jêr desthilata hêzên serbazî de ye. Herwiha soz daye hemû deriyên sînor ên welatê xwe kontrol bike û rê nede karê neyasayî û desthilata milîşiyayan bi ser wan de hebe. Daxwaz ji berpirsên derî kiriye ku planeke baş jêre bişînin bo nûjenkirina hemû deriyên sînor.

Lê wiha dixuye ew biryarên Kazimî li Herêma Kurdistanê guhertin bi ser wan de bên, Biryarderê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê dibêje, deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê ji aliyê îdare û hêza hevbeş vê tên birêvebirin.

Biryarderê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Sefar ji Rûdawê re got: “Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê ji aliyê îdare û hêza hevbeş ve tên birêvebirin. Herwiha niha jî mijareke gotûbêja navbera Hewlêr û Bexdayê ye, lewra dibe biryarên Kazimî bo Herêma Kurdistanê bi awayekî din bin.”

Derbarê rêxistina deriyan û reformên di wan de, Biryarderê Lijneya Darayî got: “Tişta Kazimî dibêje cîbicîhkirina wê zehmet e, lê eger hêz û îrade hebe û hizib piştgiriya wî bikin serkeftî dibe, ji ber derî ji aliyê hizbên desthilatdar ve hatine kontrolkirin, divê Kazimî ligel wan hizban gotûbêjê bike.”

Berdevkê Desteya Deriyên Sînor ên Iraqê Eladîn Qeysî ji Rûdawê re got: “Bêyî Herêma Kurdistanê, 21 deriyên sînor ên bejayî, avî û esmanî yên Iraqê hene, hemû deriyên Iraqê bi fermi di jêr desthilata Desteya Deriyên Sînor de ne, lê grûp hene hewl didin li ser sînor û deriyên sînor qeçaxî û sextekariyê bikin, di rojên pêş de jî tedbîrên nû li wan deriyan werdigrin.”

Dahata deriyên Iraqê, li gor yasaya butçeyê, di sala 2019ê de nêzîka 10 milyar dolar bûye, Dr. Ehmed Sefar dibêje: “ Di navbera ji sedî 10-20ê dahata deriyên sînor ên Iraqê vedigere bo hikûmetê, lê ya din diçe berîka grûpên çekdar, hizib û kesayetiyên bi desthilat.”

Li Herêma Kurdistanê jî çar deriyên navdewletî, çar deriyên sînor ên fermi û du firokexane hene, dahata wan deriyan vedigere Wezareta Darayî ya Kurdistanê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 978 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:41:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x