Parlamentoya Iraqê ji bo dengê baweriyê bide kabîneya Sûdanî dicive

Parlamentoya Iraqê ji bo baweriyê bide kabîneya serokwezîrê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî îro dicive.

27.10.2022, Per - 07:21

Parlamentoya Iraqê ji bo dengê baweriyê bide kabîneya Sûdanî dicive
Nuçe Belav bike

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî duhî Çarşemê ragihand, parlamentoya Iraqê dê Pêncşemê 27.10.2022 bicive û baweriyê bide kabîneya serokwezîrê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî.

Pêştir jî, serokwezîrê Iraqê yê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî nameyek ji ofîsa Serokê Parlamentoyê re şandibû û daxwaz kiribû ku parlamento roja Pêncşemê bicive û deng bide kabîneya nû ya hikûmetê.

Jêderekî ji Çarçoveya Hevahengiyê ji medyayên Iraqî re ragihand, di qonaxa yekem de dê dengdan ji bo 16 ji 22 wezaretan bê kirin. Piştî ku rêkeftin li ser 6 wezaretên din bê kirin, parlamento dê rojeke din pêkhateya kabîneyê pesend bike.

Mihemed Şiya Sûdanî piştî salekê li ser derbasbûna hilbijartinan û aloziya siyasî, roja 13ê Cotmehê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatibû destnîşankirin.

Li pêş Sûdanî 30 roj hene ku kabîneya xwe pêşkêş bike û eger ew bi ser neket, divê Serokomarê Iraqê kesayetekî din ji mezintirîn bloka parlamentoyê ji bo pêkanîna hikûmetê destnîşan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x