Ceiferî: Em Tirkiyê berpirsyar dibînin

Serokê Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Sûriyê Beşar Ceiferî ragihand, Tirkiye li hember beşdarnebûna dijbereyên Sûriyê di civînên Astana-3 de berpirsyar e.

15.03.2017, Çar - 09:11

Ceiferî: Em Tirkiyê berpirsyar dibînin
Nuçe Belav bike

Serokê Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Sûriyê Beşar Ceiferî ragihand, Tirkiye li hember beşdarnebûna dijbereyên Sûriyê di civînên Astana-3 de berpirsyar e.

Beşar Ceiferî li ser civînên Astana- 3 konferanseke rojmanevaniyê li dar xist.

Ceiferî ragihand: “Gava ji sê garantoran yekî berpirsyariya xwe binpê bike, mebesta min Tirkiye ye, ev tê wê wateyê ku beşdarnebûna komên çekdar, divê ji Tirkiyê were pirsîn.”

Herwiha Ceiferî diyar kir, ku hevdîtina wan a bi şanda Rûsyayê re bi awayekî erênî derbas bûye.

Ceiferî aşkera kir, ku li gel nûnerên Rûsyayê rojeva danûstandinê axivîne û herwiha êvariya îro jî ew dê li gel şanda Rûsyayê, hevdîtineke din jî pêk bînin.

Bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê, gera 3emîn a danûstandinên Sûriyê, îro bi hevdîtinên du alî yên Neteweyên Yekgirtî û şanda Rûsyayê dest pê kir.

Gera yekemîn a danûstandinên Astanayê, di 23 û 24ê Çileyê de û gera duyemîn jî di 15 û 16ê Sibatê de hatibûn lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x