Êrîşî baregeha esmanî ya Eyn Esed hat kirin

Duh bi şev bi mûşekan êrîşî baregeha esmanî ya Eyn Esed a li rojavayê Enbarê hat kirin.

31.05.2022, Sal - 06:23

Êrîşî baregeha esmanî ya Eyn Esed hat kirin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên K24ê, hejmarek mûşek li nêzîkî baregeha esmanî ya Eyn Esed ketine xwarê û li ser ziyanên ji ber êrîşê hîn zanyarî nehatine belavkirin.

Baregeha Esmanî ya Eyn Esed dikeve sînorê parêzgeha Enbar a li rojavayê Iraqê û cihê mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, ku hêzên Amerîkayê serperiştiya wê dikin.

Beriya niha jî çendîn car bi rêya êrîşa mûşekî û dronan, ew baregeha serbazî bûye armanc û bi awayekî berdewam grûpên ku fermanan ji Îranê werdigrin, têne tohmetbarkirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:37:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x