Fermandarekî Hemasê hat kuştin

Fermandarekî Hemasê, li başûrê Libnanê di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.

30.09.2024, Pts - 10:29

Fermandarekî Hemasê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Hemasê xebera kuştina fermandarê xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê Hemasê yê Libnanê Fetah Şerîf Ebû Emîn li mala xwe ya li Kampa Busê ya li başûrê Libnanê hatiye kuştin.

Di heman êrişê de hevjîna wî, kurê wî û bûka wî jî hatine kuştin.

Îsraîlê êrişî navenda Beyrûtê kir

Li hêla din, Îsraîlê şeva borî êrişî navenda Beyrûtê kir û di vê êrişê de jî 4 kes hatin kuştin.

Divê were gotin ku ev cara ewil bû ku Îsraîl êrişî navenda Beyrûta paytexta Libnanê dike.

Îsraîlê demên dawiyê êrişên xwe yên li Libnanê zêde kirine û serok û fermandarên Hemas û Îsraîlê dike hedef.

.

 

Vî nûçeyê tevayî: 98 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:24:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x