Hemas û Îsraîlê li ser agirbestê li hev kir

Hemas û Îsraîlê pêşniyara agirbestê qebûl kir.

07.02.2024, Çar - 12:06

Hemas û Îsraîlê li ser agirbestê li hev kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îsraîlê Biyamin Netanyahu agirbest pesend kir.

Li aliyê din, çavkaniyên ji Filistînê ragihand ku Hemasê jî pêşniyara agirbestê pejirandiye.

Li gorî agahiyan, agirbest dê di sê qonaxên cuda de pêk were û her qonaxek dê 45 rojan bidome.

Herwiha pevguhertina dîlan jî di nav xalên agirbestê de ye.

Li gorî medyaya fermî ya Îsraîlê, Biyamin Netanyahu li ser pêşniyara Qeterê xalên agirbestê qebûl kirine.

Rayedarên Îsraîlî yên ku ji Yedioth Ahranotê re axivîn, diyar kir ku ew li beramberî şertên Hemasê yên wekî “berdana dîlên li Xezeyê û vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji Xezeyê” qebûl nakin ku şer raweste.

Çavkaniyên ji Filistînê diyar kir ku Hemasê plana vê agirbesta ji sê qonaxên cuda pêk tê, qebûl kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:04:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x