Hizbulaha Libnanê bi dehan mûşekan êrişî Îsraîlê kir

Îsraîlê li başûrê Libnanê hejmarek binkeyên Hizbulaha Libnanê bombebaran kir û wan jî bi dehan mûşek avêtin axa Îsraîlê.

13.04.2024, Cts - 09:33

Hizbulaha Libnanê bi dehan mûşekan êrişî Îsraîlê kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Libnanê hejmarek binkeyên Hizbulaha Libnanê bombebaran kirine.

Li aliyê din Hizbulaha Libnanê jî da zanîn ku wan bi dehan mûşek avêtine axa Îsraîlê û bersiva êrişa Îsraîlê daye.

Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê tora civakî vîdeoya êrişê belav kir û got:

“Li başûrê Libnanê balafirên şer, êrişî avahiyên Hizbulaha Libnanê kirin.”

Piştî wê êrişê bi demekê Hizbulaha Libnanê ragihand ku wan jî “bi dehan katyûşa avêtine Îsraîlê.”

Di daxuyaniya Hizbulaha Libnanê de herwiha hat gotin:

“Wekî bersivek li dijî destdirêjiya dijmin a li ser gundên berxweder ê başûr û malên sivîlan, micahîdên Berxwedana Îslamî saet 20:00an binkeyên dijmin li Zaûreyê bi dehan katyûşayan bombebaran kir.”

Herwiha Artêşa Îsraîlê jî amaje bi wê yekê kir ku nêzîkî 40 mûşekî ji Libnanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û piraniyên wan hatine pûçkirin, yên din jî bêyî ku zerera wan hebe li herêmên vala ketine xwarê.

Di dîmenan de tê dîtin ku sîstema parastina esmanî ya Îsraîlê ku wekî Qubeya Hesinî tê naskirin mûşekan li esman pûç dike.

Avichay Adraee da zanîn ku balafirên Îsraîlê herêmên Îta Şeb û Tîbeyê yên başûrê Libnanê bombebaran kirin.

Avichay Adraee di berdewamiyê de jî anî ziman:

“Îro hejmarek mûşek ji Libnanê ber bi herêma Celîleyê ve hatine avêtin ku ti ziyana wan nebûye.

Hêzên artêşa Îsraîlê êrişî wan çavkaniyên êrişan kiriye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:13:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x