Îsraîlê li ser êrişa mûşekî ya Hemasê daxuyanî da: ‘Xeletiyeke mezin kir’

Rêxistina alîkariya bilez a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawidî ragihand ku di êrişên çekdarên rêxistina Hemasê ya li dijî Îsraîlê de herî kêm 22 kesan canê xwe ji dest da.

07.10.2023, Cts - 14:09

Îsraîlê li ser êrişa mûşekî ya Hemasê daxuyanî da: ‘Xeletiyeke mezin kir’
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, grûpên Filistînî yên li Xezeyê ji gelek aliyan bi dehan mûşek avêtin Îsraîlê.

Hinek mûşek ji aliyê pergalên parastina hewayî ya “Qubeya Hesinî” ya Îsraîlê ve hatin pûçkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li navenda Îsraîl û herêma Tel Avîvê sîstemên hişyariyê hatine çalakkirin.

Artêşa Îsraîlê ji şêniyên nêzîkî sînorê Xezeyê xwest ku ji ber metirsiyên ewlehiyê ji malên xwe dernekevin.

Medyaya Îsraîlê jî ragihand ku Tel Avîvê jî di nav de li gelek herêman dengê sîrenên hişyariyê hatiye bihîstin.

Li gor çapemeniya Îsraîlê hin çûşek li bajarên Askalan (Aşkelon) û Usdudê (Aşdod) ketine.

Perwerde hat rawestandin

Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li hemû dibistanên Xezeyê perwerde heta daxuyaniyeke din hat ragirtin.

Rêxistina alîkariya bilez a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawidî (Magen David Adom) ragihand ku di êrişên danê sibehê de herî kêm 22 kesan canê xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku li ser tora civakî ya Xyê hat dayîn de hat ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e, birînên 7 kesan jî sivik in.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku grûpeke çekdar a ji Xezeyê derbasî nav axa Îsraîlê bûye.

Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku Hemasê bi destpêkirina şerê li dijî Îsraîlê xeletiyeke mezin kiriye.

Gallant li ser êrişên mûşekî û operasyona Hemasê ya li dijî Îsraîlê peyameke vîdeoyî weşand.

Gallant di peyama xwe ya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ve hat parvekirin de got:

“Hemasê vê sibekê xeletiyeke mezin kir û li dijî dewleta Îsraîlê şer da destpêkirin.

Leşkerên Îsraîlî li her derê li dijî dijmin şer dikin.”

Gallant bangî welatiyên Îsraîlê kir ku li gorî hişyariyên ewlehiyê tevbigerin û got ku Îsraîl “dê di vî şerî de bi ser bikeve.”

Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ê baskê çekdar ê Hemasê ragihand ku wan serê sibehê operasyona “Tofana Eqsayê” li dijî Îsraîlê daye destpêkirin û bi mûşekan êriş pêk anîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:40:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x