Ji Bexdayê daxuyaniya Efrînê: Em êrişê şermezar dikin

Wezareta Derve ya Iraqê ji bo êrişa artêşa tirk a li hemberî Efrînê daxuyaniyewk belav kir û di daxuyaniya xwe êrişa li ser Efrînê şermezar kir.

04.02.2018, Paz - 08:06

Ji Bexdayê daxuyaniya Efrînê: Em êrişê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrajîm Ceferî li ser malpera xwe ya taybet daxuyaniyek belav kir û got: "Em destewerdana Tirkiyeyê ya li herêma Efrînê şermezar dikin. Bê çawa em destwerdana Başîqayê qebûl nakin em destwerdana her welatekî di karûbarên welatekî din de red dikin."

Îbrahîm Ceferî di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Rewşa niha ya Sûriyeyê ji berê baştir e ji aliyê serederiya ligel welatên cîhanê. Divê hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtî û aramiyê di hewldanên xwe de berdewam be."

Wek tê zanîn artêşa tirk 20ê Rebendanê li hemberî Efrînê operasyoneke leşkerî da destpêkirin, operasyon hê jî berdewam e û li gor çavkaniyên herêmî heta niha bi sedan sivîl di êrişên artêşa Tirkiyeyê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:15:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x