Netanyahu gef li Hemasê xwarin: 'Em dê dest bi êrişên tund bikin'
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef xwar û got, "Eger dîlên Îsraîlî di qonaxa yekem a agirbest û pevguherîna dîlan de neyên berdan, dê agirbest biqede û em dê dest bi êrişên tund bikin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî civîna kabîneya xwe peyameke vîdeoyî belav kir.
Netanyahu di peyama xwe got piştî ku Hemasê ragihand ew dê pevguherîna dîlan a roja şemiyê ji ber binpêkirina xalên agirbestê ya ji aliyê Îsraîlê ve bisekinîne, "me îro civîneke kabîneya siyasî û ewlehiyê ya 4 saetan pêk anî."
Netanyahu da zanîn ku ew bi kêfxweşî li banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo berdana dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê dinêrin û pêşwaziya piştevaniya plana Trump a sirgûnkirina Filistîniyên Xezeyê ji bo welatên din dikin.
Ferman da artêşê
Netanyahu ragihand ku piştî daxuyaniya Hemasê ya derbarê sekinandina qonaxa din a pevguherîna dîlan de, wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku hêzên xwe yên li nav û dora Xezeyê xurt bike.
Netanyahu amaje pê kir ku leşkeran dest pê kiriye derbasî herêmê bibin.
Her wiha Netanyahu li ser biryarên ku bi yekdengî di civîna kabîneya ewlehiyê de hatine qebûlkirin wiha axivî:
"Eger Hemas heta nîvro ya roja şemiyê dîlên me bernade, dê agirbest bi dawî bibe û Îsraîl dê dest bi êrişên xwe yên tund bike û heta ku Hemas têk biçe jî dê bidomîne."
Li aliyê din, di daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn ku di çarçoveya zêdekirina rewşa hişyariyê ya li Fermandehiya Eniya Başûr de, hêzên alîkar ên di nav de leşkerên rezerv jî hebin bên zêdekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şandina hêzên alîkar û zêdekirina leşkerên rezerv ji bo amadekariya senaryoyên cuda tê kirin.
Ji Hemasê biryara rawestandina bihevguhertina dîlan
Berdevkê Baskê Leşkerî ya Hemasê Îzzeddin el-Qesam Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe ya doh de ragihandibû ku ji ber ku Îsraîlê sozên xwe yên di peymanama agirbestê de bi cih neaniye, pevguherîna dîlan a ku dihat payîn ku 15ê Sibatê pêk were, hatiye sekinandin.
Di daxuyaniya Hemasê de hat gotin ku biryara sekinandinê 5 roj berî pevguherîna dîlan hatiye ragihandin û bi vî awayî derfet hatiye dayîn da ku welatên navbeynkar zextê li Îsraîlê bikin ku li xalên agirbestê pabend bimîne.
Serokê Amerîkayê Trump jî gotibû ku eger hemû dîl heta nîvroya roja şemiyê neyên berdan divê agirbest were betalkirin û gotibû, "Piştre bila qiyamet rabe."