Îraq dixwaze hêzên biyanî ji axa wê derkevin?

Dûmana şerê Xezeyê her ku diçe asmanê siberoja Îraqê tarîtir dike.

08.01.2024, Pts - 07:34

Îraq dixwaze hêzên biyanî ji axa wê derkevin?
Nuçe Belav bike

Careke din xwîn ketiye navbera grûpên çekdar ên Îraqî yên alîgirê Îranê û hêzên Amerîkayê.

Ew bi dronên bombebarkirî û mûşekan êriş dikin û Amerîka jî bi êrişên asmanî yên dijwar bersiva wan dide.

Grûpên çekdar piştî derbên tund ên Hêza Asmanî ya Amerîkayê, dibêjin êdî çûyîna heta hetayê ya Amerîkayê lazim e û divê hêzên hevpeymanên wê ji Îraqê biçin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku zêdeyî salek berî niha bi piştgiriya hêzên alîgirên Îranê hat ser desthilatê, niha bi wan re hevdeng e.

Sûdanî dibêje, divê ji bo ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serkirdayetiya wê dike, Îraqê terk bikin gavan biavêjin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî anî ziman:

“Ev pabendbûnek e ku hikûmet jê venakişe û qet tiştekî piştguh nake ji bo temamkirina serweriya niştimanî ya xwe bi ser ax, eaman û avên Îraqa me ya ezîz de.”

Pisporekî karûbarên Rojhilata Navîn di wê baweriyê de ye ku eger vekişîna hêzên Amerîka û hevpeymanên wê ji Îraqê biçe serî, li herêmê dê barê Amerîkayê giran bibe.

Profesorê Karûbarên Welatên Erebî yê Zanîngeha Ningxiayê ya Çînê Niu Xinchun got:

“Eger Îraq bi awayekî serkeftî Amerîkayê derxe, dibe ku bandorê li Sûriyeyê bike û Sûriyeyî jî hewl bidin hêzên Amerîkayê derxin.”

Hêzên Amerîkayê li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji 17ê Çiriya Pêşîna sala borî ve, zêdeyî 120 car'i ketine ber êrişên dron û mûşekî yên grûpên çekdar ku xwe wekî piştevanên Xezeyê dibînin.

Di wan êrişan de mitaehîtekî Amerîkî canê xwe ji dest da û 69 leşkerên Amerîkî bi sivikî birîndar bûn.

Grûpeke Şîe ku xwe wekî Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi nav dike, berpirsyariya piraniya wan êrişan li xwe girtiye.

Amerîkayê jî wekî tolhildanê gurzê xwe weşandiye û herî kêm 34 çekdar kuştine.

Amerîkayê li Sûriyeyê jî 3 caran bi dron û firokeyan êrişên asmanî birine ser baregah û depoyên çekan ên grûpên çekdar û herî kêm 17 çekdar kuştine.

Li Îraqê 17 çekdar kuştine

Amerîkayê di 3 êrişên din de jî li Îraqê 17 çekdar kuştine.

Êriş li Sûriyeyê li Elbûkemal, Dêrezor û Meyadîn, li Îraqê jî li Ebû Xirêb, Kerkûk û Bexdayê bûn.

Berpirsên Amerîkayê behsa wê yekê dikin ku Washingtonê destpêkê nexwestiye bi dijwarî bersiva êrişên grûpên çekdar bide da ku nebe sedema berfirehbûna tevlîheviya li Rojhilata Navîn.

Lê êrişa 8ê Çiriya Paşîna 2023yan a li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, li gorî Washingtonê derbaskirina xeta sor bû.

Piştî wê êrişê wezîrên karên derve û parastinê yên Amerîkayê bi Mihemed Şiya Sûdanî re axivîn û wan jê xwest, Îraq hêzên wan biparêze, eger na, ew wekî mafê xwe dibînin wî erkî wergirin û parastina xwe bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got:

“Em pêşbînî dikin ku Hikûmeta Îraqê li dijî wan grûpan gavan biavêje ku çend êriş birine ser hêzên Amerîkayê û ya herî nû jî êrişa ser Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê bû.

Eger hikûmet tiştekî neke, bêyî dudilî em wan pêngavên ku pêwîst in bi cih dikin ji bo parastina leşker û karmendên xwe yên li Îraqê.”

Amerîka 2 grûpên nav Heşdî Şebiyê wekî tohmetbarê sereke dibîne, ew jî Lîwaya Hizbulahê û Tevgera Nucebayê ne ku bûne armanca sereke ya firokeyên şer û dronên Amerîkayê.

Êrişa dawî ya Amerîkayê jî birîneke çar sal berî niha ya grûpên çekdar vekir.

Di çaremîn salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Şaabî Ebû Mehdî Muhendis de, droneke Amerîkî baregaheke Tevgera Nucebayê ya li Bexdayê kir armanc û tê de Cîgirê Fermandarê Operasyonên Bexdayê yê Heşdî Şebiyê Muştaq Talib Siêdî hat kuştin.

Wê êrişê wiha kir ku grûpên çekdar bikevin tevgerê û gûşarên xwe ji bo vekişîna hêzên Amerîkayê tundtir bikin.

Nûnerê Heşdî Şebiyê yê Kerkûkê Sadiq Necefî got:

“Em destê xwe dixin nav destê serokwezîr û hikûmeta Îraqê û ji wan re dibêjin, em ligel we ne, li pişt we ne, daku vî dijminê bêqidoş derxin derve.”

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, her ew in ku sala 2014an Hikûmeta Bexdayê daxwaz ji wan kiribûn bên Îraqê da ku di şerê dijî DAIŞê de bibin hevkar.

Hikûmet dibêje, gefa DAIŞê wek wê demê nemaye û êdî pêwîstiya wan bi wan hêzan nîne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, heta niha jî di navbera 5 hezar heta 7 hezaran de çekdarên DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê hene.

Pisporekî grûpên çekdar jî hişyariya wê yekê dide ku dibe vekişîna hêzên hevpeyman rê li ber vegera DAIŞê veke.

Pisporê mijara grûpên çekdar Raîd Hamid anî ziman:

“Metirsî, egerên vegera rêxistina DAIŞê û kontrolkirina bajaran e, bi taybetî li parêzgehên bakur û bakurê rojavayê Îraqê, wate li parêzgehên Suneyan.

Ji ber ku sala 2014an Hevpeymaniya Navdewletî rolekî gelekî mezin di bezandina rêxistina DAIŞê de dît.”

Hevpeymaniya Navdewletî ku 86 endamên wê hene, ji sala 2021ê ve erkê wê yê şerkirinê nemaye û veguheriye ji bo rawêj û rahênana Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê.

Di wê çarçoveyê de du hezar û 500 serbazên Amerîkayê û 500ên 20 welatên din ên nav hevpeymaniyê, li van çar cihan hatine bicihkirin.

- Derdora Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê

- Bingeha Esmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbara rojavayê Îraqê

- Bingehê Union 3yê yê li Herêma Kesk a Bexdayê

- Navenda Piştevaniya Dîplomasiyê ya li Balafirgeha Bexdayê

Li gorî Balyozê berê yê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî Feysel Îstrabadî, Amerîka ne amade ye di vê demê de meydanê ji Îranê re vala bike.

“Îran her tim dixwaze Îraq lawaz û ne aram be”

Balyozê berê yê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî Feysel Îstrabadî got:

“Bi wî karî Amerîka li Îraqê serkeftineke stratejîk dide Îranê l bawer nakim îdareya niha ya Amerîkayê wî karî bike, bi taybetî ku îsal hilbijartin tên kirin.

Yek ji wan tiştên ku bi baweriya min gelek ji wan kesên çîna siyasî ya Îraqê nikarîne li ber çav bigirin ew e ku Îraqeke lawaz û ne aram her tim ji bo Îranê girîng e. Îran her tim dixwaze Îraq lawaz û ne aram be.”

Amerîka dibêje, ew Îraqê wek hevbeşekî girîng dibînin û heta niha ti daxwazeke fermî negihiştiye ber destê wan ji bo vekişîna hêzên wan.

Di navbera hiştina hevpeymaniya stratejîk ligel Washingtonê û jidestnedana piştevaniya grûpên çekdar ên alîgirên Îranê, ne xuyaye ka gelo Sûdanî li ser daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê cidî ye yan tenê ji bo xweşkirina dilê grûpên çekdar e ku heta birîna kuştina çekdar û serkirdeyên wan tê pêçan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x