Nûerê Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) li Parlamentoya Iraqê aşkere kir ku, şandeke hevbeş ji PDK û YNK roja Çarşema bê derbarê pirsa refrandûmê bo serxwebûna Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Endamê Parlamentoya Iraqê li ser firaksyona PDK Bêrîwan Xeylanî ragehand ku, piştî civîna di navbera PDK û YNK bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û pêkanîna lîjneyeke hebeş daku, ligel aliyên siyasî derbarê pirsa refrandûmê hevdîtina çêkin, roja Çarşemê bê jî wê serdana Bexdayê bikin.
Xeylanî da zanîn ku, mafê çarenûsî mafê hemû gelên cîhanê ye û di şerîeta esmanî de jî hatiye û tişteke asayîye ku, gelê Kurd daxwaza serxwebûna xwe bikin.
Herwiha endamê parlamentoya Îraqê aşkere kir ku, şanda Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) bi awayeke aşkere wê pirsa refrandûma bo serxwebûna Kurdistanê ligel rayedarên Iraqê gotûbêj bikin.
Xeylanî da zanîn ku, şanda hevbeş ya PDK û YNK bi serokatiya Fazil Mîranî û Ednan Mûftî ye.