Rûsya esmanê Sûriyê ji Amerîka re girt !

Nûnerê Taybet ê Rûsya bo danûstandinên Astanayê Alexander Lavrentiev ragihand, esmana her çar navçeyên aram li Sûriyê ji firokeyên Amerîka re girtî ne.

06.05.2017, Cts - 17:32

Rûsya esmanê Sûriyê ji Amerîka re girt !
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet ê Rûsya bo danûstandinên Astanayê Alexander Lavrentiev ragihand, esmana her çar navçeyên aram li Sûriyê ji firokeyên Amerîka re girtî ne.

Medyayê Rûsyayê li ser zarê Alexander Lavrentiev belav kirine ku firokeyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî nikarin li esmana navçeyên aram yên li Sûriyê bifirin.

Piştî civîna Serokê Rûsya Vladîmîr Putin û Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Sûçî ya Rûsyayê, pêkanîna navçeyên aram li Sûriyê di danûstandinên Astanayê de hate pesendkirin, her yek ji Rûsya, Tirkiye û Îranê jî çavdêrî û gerantiya aramiyê li wan navçeyan dikin.

Li gor plana navçeyên aram, ew deverên aram li Idlib û gundewarê Helebê, Bakurê Himsê, Xota Rojhilat li Şam û Der'a û başûrê Sûriyê de ne, ku tundûtûjî û şer neyên gurkirin û çekên giran jî neyên bikaranîn.

Ev berpirsê Rûsî amaje bi wê dike, qedexekirina firokeyên Amerîkî li ser navçeyên aram di belgeya rêkeftinê de nehatiye diyarkirin, lê niha ew navçe ji firokeyên Amerîkî re girtî ne.

Got jî, her sê welat Rûsya, Tirkiye û Îranê ev rêkeftin bi hûrî çavdêriya operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka dikin û çavdêriya proseya vê qedexekirinê jî dikin.

Derbarê cihên operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî de amaje bi wê kiriye, ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li pêgehên DAIŞê li Reqa, hin navçeyên derdora çemê Ferêt, Dêrezor û Iraqê ne.

Çaremîn gera danûstandinên aştiyê yên Sûriyê di roja 3 û 4 vê mehê li Astanayê paytexta Kazixistanê birêve çûbû

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1799 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:19:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x