Serokerkanên artêşa Amerîka û Îsraîlê li Tel Avîvê civiyan

Her du serokerkanên artêşên Amerîka û Îsraîlê li Tel Avîvê civiyan û derbarê gefên Îranê yên li ser Rojhilata Navîn û çendîn mijarên cihê girîngiya her du aliyan gotûbêj kirin.

23.08.2023, Çar - 05:42

Serokerkanên artêşa Amerîka û Îsraîlê li Tel Avîvê civiyan
Nuçe Belav bike

Serokerkanê Amerîkayê General Mark Milley û Serokerkanê Îsraîlê General Hertz Halivi roja sêşemê li Tel Avîvê hevdîtinek pêk anîn.

Mark Milley û Hertz Halîvî li ser mijarên ewlekariya navçê, berdewamiya hevkariyên li hember metirsiyên Komara Îslamî ya Îranê li navçê û çend mijarên din ên stratîjîk ên ku her du alî hene gotûbêj kirin.

Her du serokerkan tekezî li ser hemahengiya leşkerî di navbera Washington û Tel Avîvê de kirin.

Di 15ê Îlona 2020an de di navbera Îsraîl, Îmarat û Behreynê de rêkeftinek hat îmzekirin ku Donald Trump wê peymanê weke asoyeke nû li Rojhilata Navîn bi nav kir da ku dijberên Îranê li herêmê bike yek.

Serokerkanê Hêzên Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî beriya niha gotibû: "Me hemû rê ji dijmin re girtine. Ji bo têkbirina wî me tedbîrên pêwîst girtin."

Di dawiya sala 2020an de, Trump di hilbijartinên 3ê Mijdarê de li hember Biden têk çû, lê siyaseta Washingtonê li hember Tel Avîvê neguherî û Îsraîl wek hevalbendê sereke yê Amerîka li herêmê tê dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:18:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x