Serokwezîrê Îraqê û Mîrê Qeterê li ser rewşa Filistînê diaxivin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di peywendiyeke tilefonî de bi Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed Al Sanî re li ser pêşhatên deverê û rûdanên li Filistînê diqewimin axift.

10.10.2023, Sal - 07:22

Serokwezîrê Îraqê û Mîrê Qeterê li ser rewşa Filistînê diaxivin
Nuçe Belav bike

Li gor ragehandineke nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, di wê peywendiya tilefonî de, herdu aliyan tekez li ser çareserkirina wê rewşê û rawestandina opersiyonan û êrîşên li ser Kertê Xezzeyê kiriye. Herwesa tekez li ser rolê welatên herêmî û navdewletî bi pabendkirina Israîlê û rêzgirtina li qanûnê û mîsaqa navdewletî kiriye, bi rengekî ku siyaseta xwe ya dijminkarane li beranberî gelê Filistînê rawestîne û dawiyê li wan bêrêziyan bîne yên ku li ser ciyên pîroz dike.

Ev di demekê de ye ku Hikûmeta Îraqê helwesta xwe li ser şerê navbera Israîlê û Bizava Hemasê ragehandiye û Wezîrê Derve yê Îraqê di dawî daxuyaniya xwe de got: Helwesta Îraqê li beranberî kêşeya Filistînê nayê guhertin û em dê her bi gelê Filistînê re bimînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:30:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x