Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Filistînî şoreşê dikin

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad got, “Filistînî şoreşê dikin da ku mafên xwe yên dîrokî bi dest bixin.”

16.10.2023, Pts - 08:14

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Filistînî şoreşê dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad, li Şamê li ser şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de civiyan.

Husên Emîr Ebdulahiyan û Feysel Miqdad piştî hevdîtinê ji medyayê re axivîn.

“Berxwedan di hemû senaryoyên pêkan re derbas bû”

Husên Emîr Ebdulahiyan da zanîn ku “berxwedana Filistînê” sefkeftî ye û got:

“Min îro bi Hesen Nasralah û hejmarek serkirdeyên Berxwedana Filistînê hevdîtinek encam da.

Min di vê hevdîtinê de dît ku berxwedan di hemû senaryoyên pêkan re derbas bû û wan amadebaşî û morala xwe ya bilind tekez kir.”

“Filistînî şoreşê dikin”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad jî di axaftina xwe de bal kişand piştgirya ku Amerîka dide Îsraîlê û pê de çû:

“Filistînî şoreşê dikin da ku mafên xwe yên dîrokî bi dest bixin. Nabe ku kes midaxeleyî van mafan bike, herwiha tevên gelên cîhanê ev maf nas kirine.

Li aliyê din, Amerîka û dewletên Ewropayî keştiyên xwe dişînin û alîkariyê pêşkêşî Îsraîlê dikin da ku li hemberî Filistîniya operasyonên kuştinê encam bide.

Ev kiryar tawanên şer in û tawanên li dijî mirovahiyê ne.”

Çi bûbû?

Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê dest bi êrişa bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Îsraîlê jî piştî vê yekê Xeze da ber topbaran û bombebaranê.

Hejmara kesên ku li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin herî kêm hezar û 530 e.

Li aliyê din, di êrişên Hemasê de herî kêm hezar û 200 Îsraîlî hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x