Li gorî daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ku li ser tora civakî “X” belav kir, operasyona Gurz-13, li 12 parêzgehan û Bakurê Kurdistanê li dijî PKKê hatiye destpêkirin.
Herwiha Yerlîkaya diyar kir, 33 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin.
Amaje bi wê jî kir, kesên hatine girtin pêştir li ser navê PKK'ê çalakî û propaganda kirine û hewl dane bi awayekî derqanûnî derkevin derveyî welat.
Yerlîkaya got jî, kesên hatine girtin destê wan di organîzekirina xwepêşandanên neqanûnî, çêkirina molotofan de hebû û hinek ji wan berê dihatin xwastin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê got jî, ji bilî girtina wan 33 kesan, hejmareke mezin materyalên eliktironîk jî hatine komkirin.