Bekîr Bozdag: Ez êrişkarên li dijî cinazeyê diya Aysel Tugluk şermezar dikim

Cigirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê hikûmetê Bekîr Bozdag, êrişa ku li hemberî cinazeya dayîka Aysel Tugluk pêk hatiye şermezarkir.

14.09.2017, Per - 12:35

Bekîr Bozdag:  Ez  êrişkarên li dijî cinazeyê diya Aysel Tugluk şermezar dikim
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokwezîrê û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan ên der barê rojevê de da û der heqê geşedanên demên dawîn de nirxandin kirin.

Bekir Bozdag derbarê cinazeyê dayika Aysel Tuglukê de wiha got: “Li gor baweriya me piştî mirina mirovan tişta ku divê li goristanan bê kirin eşkere ye. Tiştên ji bilî vê tên kirin li gor baweriya me xelet in, rast nînin. Divê em xwe ji hereketên ku di civatê bibin sedema rageşiyê, zirarê bidin hiqûqa me û birayên me dûr bigrin. Feydeya van hereketan tuneye.\"

Bozdag kesên kur êrişî cinaze êriş kirine şermezar kir û wiha domand: “Cinaze ji aliyê 20-25 kesên ku hedê xwe nizanin ve nehat derxistin. Ez ji bo wan biparêzim vê nabêjim lê belê dixwazin wekî ku tiştekî wiha çêbûye nîşan bidin û wiha ragihînin raya giştî. Ji bo şaşiya vê derxim holê û nîşan bidim bi taybetî balê dikşînim ser. Lewra tevgereke wiha şaş e, bê hurmetî ye. Sûcekî mezin e.\"

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê herwiha diyar kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û kesên ku tevlî bûyerê bûne dê bêne darizandin.

Di dema spartina axê ya dayika Cîgira Serokê HDPê Aysel Tugluk, Hatun Tugluk de komeke ku ji derve hatibûn li ser mezel êrişî merasîma cinaze kirin û cenazeyê dayika Tugluk ji nû ve ji mezel hat derxistin.

Cinazeye Hatun Tugluk dê îro li Dêrima Bakurê Kurdistanê bê veşartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x