Çarenivîsa şaredariya Stenbolê di destê Kurdan de ye

Li Tirkiyeyê partiyên siyasî amadehiyên xwe yên ji bo hilbijartinên şaredariyan berdewam dikin.

08.01.2024, Pts - 06:00

Çarenivîsa şaredariya Stenbolê di destê Kurdan de ye
Nuçe Belav bike

Tirkiye di 31ê Adara 2024an de diçe hilbijartinên herêmî û partiyên siyasî amadehiyên xwe yên ji bo diyarkirina namzedên şaredariyê berdewam dikin.

Rikeberiya herî tund dê li bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê li Stenbolê pêk were.

Namzedê şaredariya Stenbolê yê CHPyê şaredarê niha Ekrem Îmamoglu ye û AK Partiyê jî wezîrê berê yê hawirdor û bajarvaniyê Murat Kurum e.

Ji ber ku namzed diyar bûn, ji bo bidestxistina şaredarîya Stenbolê rikebeberiya di navbera AK Partî û CHPyê de dest pê dike.

Dengdêra CHPyê Guneşê got, “Ekrem Îmamoglu ev demekî kurt e şaredariyê dike.

Ji bo karên baştir bike lazim e li ser erka xwe dewam bike. Lewra em bi wî bawer in, dê karên baş bike.”

Dengdêrê AK Partiyê Suleyman Çakan jî got:

“Lazim e partiyên Tifaqa Cumhurê hemû dengê xwe bidin namzedê AK Partiyê. Lewra Murat Kurum kesek bi tecrube ye û 5 sal wezîrtî kiriye.”

CHPyê namzedê şaredariya Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmaamoglu bi bernameyeke da nasîn.

Namzedê AK Partiyê jî ji aliyê Serokê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ve hat eşkerekirin.

Wezîrê berê yê hawirdor û bajarvaniyê û Parlamanterê AK Partiyê Murat Kurum bû namzedê şaredariya Stenbolê.

“Erdogan çi bêje ew e”

Dengdêra AK Partiyê Ayşegul Karahancayê got:

“Hemû namzedên me yên herî baş in. Ji ber vê yekê ha Murat Kurum, ha kesek din bûye namzed, qet ferq nake. Erdogan çi bêje ew e. Lê em ji bo namzediya Murat Kurum pir kêfxweş bûn.”

Dengdêrê CHPyê Îhsan Başkurt jî got, “Îhtimala qezenckirina Îmamoglu zêdetir heye. Lewra kesekî populer û naskirî ye.”

Di hilbijartinên herêmî yên 2019an de, HDPyê li metropolên Tirkiyeyê namzedên xwe dernexistibû û namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu bi saya piştgiriya Kurdan şaredariya Stenbolê qezenc kiribû.

“Şensê qezenckirina Îmamoglu zêde ye”

Dengdêrê CHPyê Mustafa Ak jî got, “Şensê qezenckirina Îmamoglu zêde ye. Li gorî min di van hilbijartinan de ew dê cardin qezenc bike. Lê ji bo pirsgirêkên Stenbolê lazim e çareseriyên pêwîst bibine.”

Dengdêra AK Partiyê Eyup Sumer jî got, “Em dê teqez qezenc bikin. Jixwe Murat Kurum di dema wezîrtiyê de karên baş kir.

Ez wek endamekî AK Partiyê wî gelek diecibînim. Bila ji bo Stenbolê ya xêrê be.”

Ji bo bidestxistina şaredarîya Stenbolê rikebeberiya di navbera AK Partî û CHPyê de dest pê dike.

Dengdêrên Kurd dê encamên hilbijartinan destnîşan bikin

Lê wê dengdêrên Kurd û Partiya DEMê encamên hilbijartinan destnîşan bikin. Lewra 5 milyon Kurd li vî bajarî dijîn û sêyemîn hêza herî mezin a polîtîk in.

Niha her du alî (desthilatdar û mixalefet) dê hewl bidin ku dengê Kurdan bi dest bixin.

Lê partiya DEMê, ji bo Stenbolê hîn jî helwesta xwe eşkere nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:57:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x