Civîna Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê: Mijar PKK û Îsraîl bû

Civîna Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê bi dawî bû û amaje bi berdewamiya têkoşîna li dijî PKKyê hat dayîn.

04.10.2024, Cum - 10:32

Civîna Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê: Mijar PKK û Îsraîl bû
Nuçe Belav bike

Lijneya Ewlehiyê ya Netewî ya Tirkiyeyê (MGK) duh bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê piştî civînê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi 5 xalan hatiye kirin ku 3 ji wan li ser têkoşîna “terorê” ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên derveyî wî welatî de zanyarî hatiye dayîn û dê li ser operasyonan berdewam bin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê wan operasyonên Tirkiyeyê yên li navxwe û derveyî welat ên li dijî PKK, PYD, YPG, Cemaeta Gulen û DAIŞê zanyarî ji Lijneya Ewlehiyê ya Netewî ya Tirkiyeyê re hatine pêşkêşkirin.

Li gorî daxuyaniyê, derbarê çalakiyên PKKyê yên li navxwe û derveyî welat tedbîrên nû hatine gotubêjkirin.

Di beşeke din daxuyaniyê de amaje bi hevkariya li gel Îraqê jî hatiye kirin û got, “Ligel cîranê me Îraqê derbarê PKK/KCK-PYD-YPG de di çarçoveya hevahengiyê de tekezî li ser rûbirûbûna" wan rêxistinan hatiye kirin.”

Herwiha piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Filistînê jî hatiye ragihandin û qedexeya Îsraîlê ya derbarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye şermezarkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 90 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:15:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x