Dadgeha Bingehîn derbarê PAK û PSKê de biryara xwe eşkere kir

Biryarên kontrola malî yên Dadgeha Destûra Bingehîn ên derbarê 8 partiyên siyasî de di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hatin weşandin.

28.09.2022, Çar - 10:14

Dadgeha Bingehîn derbarê PAK û PSKê de biryara xwe eşkere kir
Nuçe Belav bike

Dadgeha Destûra Bingehîn kontrolên malî yên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Rizgariyê ya Civakparêz (TKP), Partiya Demokrasiya Karkeran (ÎDP) Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP), Partiya Demokrat a Lîberal (LDP), Partiya Netewî û Partiya Jinan bidawî kir.

Li gor biryarên ku îro di Rojnameya Fermî da hatin weşandin, kontolên malî yên 2019an ên partiyên navborî hatin kirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku hesabên teqez ên van partiyan li gor agahî û belgeyên berdest rast û dirust in û li gor Qanûna Partiyên Siyasî ya jimara wê 2820ê ne.

Serdozgeriya Komarî Ya dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên siyasî yên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de heye ji lîsteya partiyên siyasî derxistibû. Heman serdozgeriyê bo girtina PAK, PSK û Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyê (PDK-T) serî li Dadgeha Bingehîn dabû û ji Partiya Komunîst a Kurdistanê jî xwestibû bêjeya Kurdistanê ji navê xwe derbixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:50:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x