Proseya doza girtina HDPê li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê berdewam e ku Serdozgerê Giştî yê Komarê bi hinceta peywendiyên ligel “PKK” tomar kiriye . Berpirsên HDPê herî dawî ragihandibûn ku ew dê di doza girtinê de parastina xwe nekin.
Biryar e îro Sêşemê 11ê Nîsana 2023an Dadgeha Destûra Bingehîn Tirkiyê bicive û biryara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a derbarê vekişîna wê ya ji xweparastinê gotûbêj bike.
Dihat çaverêkirin, roja 11ê Nîsana 2023ê rûniştina dozê bê kirin û parêzer û berpirsên HDPê bi devkî parastina xwe bikin. Piştre jî dê Dadgeha Destûrê rojekê diyar bike û derbarê girtinê de biryara dawî bide.
Li gor hiqûqnasan 2 bijarde li pêş dadgehê hene. Dadgeh dikare derbarê HDPê de biryara “mafê neaxavtinê” bide. Wê demê dê ji bo rapora xwe amade bike dosya bo raportorê dadgehê bê şandin, an jî dê dadgeh careke din mafê parastina devkî bide HDPê û bo cara dawî agahdar bike.
Eger dosya biçe raportor, dê raportor di dema mehekê de rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike. Piştre jî dê Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslan bo biryardayînê rojekê diyar bike û endamên dadgehê bicivin. Roja dadgehê pêş hilbijartinan dibe yan piştî hilbijartinan, dê şanda dadgehê biryarê bide.
Ji bo HDP bê girtin divê ji 15 endamên dadgehê 10 dengên “erê” bidin. Heta niha bo piraniya biryarên derbarê HDPê de kêmtir ji 10 kesan deng dane.