Di hevdîtina şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de çi hatin gotûbêjkirin?

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro li gel şandekê çû Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiya.

20.12.2023, Çar - 06:11

Di hevdîtina şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de çi hatin gotûbêjkirin?
Nuçe Belav bike

Civîna bi beşdariya şandeyên hevbeş li Wezareta Karên Derve ya Tirkiyey pêk hat.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê piştî civînê danezaneke hevbeş a derbarê encamên civînê belav kir.

“Bila pêwendî bihêztir bibin”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê diyar ki ku şandeyên her du welatan mijarên wekî rûbirûbûna terorê, ewlehî û qadên avê û mijarên navçeyî bi hev re şêwirîne û got:

“Aliyan di encama van hevîdtinan de li hev kir ku pêwendiyên di navbera he du welatan de bihêztir bibin n û ew pêwendî di asta saziyan de bi awayekî berfireh bên birêvebirin.”

Di beşeke di a danezana hevbeş de tê gotin:

“Di hevdîtinan de girîngiya yekitiya siyasî, serwerî û yekrêziya axa Îraqê hatiye hat behskirin.

Herwiha di çarçoveya hevkariya ewlehî ya di navbera her du welatan de gefên PKKyê jî hatin nirxandin.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di heman demê de diyar kir:

“Aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku ewlehiya navçeyê, aramî û xweşguzaranî dê di çarçoveya vîzyoneke stratejîk a hevbeş de pêk bê.

Di vê çarçoveyê de ji bo ku her zû Projeya Rêya Geşepêdanê dest pê bike, li ser pêngavên pêdivî yên di vî warî de gotûbêj hatine kirin ku ew proje sûdê digihîne geşedana Îraq û navçeyê.

Aliyan ezmûnên derbarê guherîna keşûhewayê û avê de jî nirxandine û biryar da komîteya daîmî ya hevbeş ku bi armanca rûbirûbûna van ezmûnan hatiye damezrandin li ser karên xwe berdewam be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:32:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x