Li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bandora erdhejê li wan bajaran çêbûbû, Serokê AFADê Yunus Sezer îro 11ê Adara 2023an amarên herî dawî yên qurbaniyan ragihand.
Yunus Sezer ragihand, di erdhejê de ziyanên canî derket 47 hezar û 975 kesan. Di nava kesên canê xwe ji dest dane de 6 hezar û 278 welatiyên biyanî ne ku piraniya wan koçberên Sûrî ne.
Destnîşan kir jî, heta niha paşlerze li herêmê berdewam in, gelek avahî hene ziyanên mezin gihîştine wan û ew hişyariyê didin welatiyan ku nekevin nava wan.
Ji ber erdheja roja 6ê Sibatê, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.