Erdogan û Yildirim bo Barzanî: Êrişa li Şingalê bi şaşî bû

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kirin û dilgiraniya xwe li hember şehîdbûna 6 pêşmerge û birîndarbûna 8 pêşmergeyan nîşan dan. Erdogan û Yiildirim serxweşî li Barzanî kirin û gotin, ku bombebarana pêşmerge li Şingalê bi şaşî çê bûye.

27.04.2017, Per - 06:11

Erdogan û Yildirim bo Barzanî: Êrişa li Şingalê bi şaşî bû
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li ser mijara bombebarana Şingalê û şehîd û birîndarbûna hejmarek ji Pêşmergeyan, di pêwendiyeke telefonî de bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivîn.

Li gorî vê daxuyaniyê ku ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye şandin, wiha hatiye gotin: “Di vê pêwendiya telefonî de ku roja sêşemî 25ê Nîsana 2017ê hatiye pêkanîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dilgiraniya xwe li hember şehîdbûna 6 pêşmergyan û birîndarbûna 8 pêşmergeyên din ji Barzanî re anîne ziman, ku di encama êrişa firokeyên şer ên Tirkiyê bo ser Çiyayê şingalê şehîd û birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Her du aliyan serxweşî li Barzanî û kesûkarên şehîdên vê bûyerê kirine û hêviya bilez başbûnê ji birîndaran bûyerê re xwestine.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, ku Erdogan û Yildirim tekez kirine, ku ev bûyer bi ti şêweyekê bi qestî nebûye û di encama şaşiya firokeyan de çê bûye.

Firokeyên cengî yên Tirkiyê duh sêşemî Çiyayê Şingalê li Başûrê Kurdistanê û Çiyayê Qereçoxê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiribûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di encama bombebaranê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 9 pêşmerge jî birîndar bûn, lê belê piştre pêşmergeyekî birîndar ji ber dijwariya birînan jiyana xwe ji dest da û şehîd ket û bi vî awayî hejmara şehîdan bo 6 kesan zêde bû.

Herwiha di heman êrişê de şervanekî ser bi PKKê ve jiyana xwe ji dest da û 5 şervanên din jî birîndar bûn.

Herwiha firokeyên Tirkiyê Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya YPGê, di encama vê bombebaranê de jî, 20 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û 18 şervan jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1470 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:14:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x