Eren Keskin dîsa hate desteserkirin

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ragihand ku ew li Stenbolê hatiye desteserkirin.

15.04.2023, Cts - 11:37

Eren Keskin dîsa hate desteserkirin
Nuçe Belav bike

Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew têye desteserkirin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di tweeta xwe de nivîsî, “Ez li Firokexaneya Sabîha Gokçen tême desteserkirin.”

Sedema desteserkirina Eren Keskîn heta niha nehatiye eşkerekirin.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandibû ku wan dema xwestine li Qada Galatasarayê ya Stenbolê li ser navê Dayikên Şemiyê daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û tevî 15 kesan têne desteserkirin lê ew paşê hatibûne berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 745 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:37:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x