Gîrasun: Heta li ser Rojavayê Kurdistanê lihevkirinek nebe Ocalan bang nake

Rêvebirê Kompanyaya Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun got, “Heta li ser Rojavayê Kurdistanê lihevkirin nebe Ocalan bang nake.”

27.01.2025, Pts - 10:15

Gîrasun: Heta li ser Rojavayê Kurdistanê lihevkirinek nebe Ocalan bang nake
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro 419 rêxistinên civaka sivîl li hev civiyan û wan bang kir ku li Rojavayê Kurdistanê statu ji bo Kurdan were naskirin.

Rêvebirê Kompanyaya Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun bû mêvanê Rûdawê û behsa pêvajoya nû ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê kir.

“Rûdanên li Rojhilata Navîn Tirkiye tirsandiye”

Rêvebirê Rawestê Roj Gîrasun ji ajansa Rûdawê re diyar kir ku pêvajoya niha ji ber dînamîkên derve dest pê kiriye û got:

"Rûdanên li Rojhilata Navîn Tirkiye tirsandiye. Ev pêvajo ji aliyê Bahçelî ve hat destpêkirin yan jî ji raya giştî re hat ragihandin. Em dizanin ku pêvajo ne ji ber dinamîkên navxweyî, ji ber dinamîkên derve dest pê kiriye.

Em dibînin ku bûyerên li Rojhilata Navîn dewlet tirsandiye. Yanî ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve piştî êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê li herêmê guherîn çêbûn.

Ev guherîn ji Libnanê heta Sûriyeyê belav bûn.

Li Tirkiyeyê jî ji bo desthilat û dewletê hin rîsk û xeter hatin dîtin.

Eger îro pêvajoyeke nû tê meşandin em dikarin bibêjin ku sedema sereke Rojava ye.

Eger dixwazin pêvajoyeke nû dest pê bikin û bimeşînin dizanin ku pêşî divê têkiliyên Kurd û Tirkan li Rojavayê ji nû ve werin sazkirin."

Gîrasun destnîşan kir ku Tirkiye ji ber bûyerên li cîhanê dixwaze çareseriyek çêbibe û got, "Ocalan dixwaze hemû alî beşdarî pêvajoyê bibin."

"Kilîda gotûbêjên Îmraliyê rewşa Rojava ye"

Gîrasun diyar kir ku civînên li gel aliyan tenê ji bo rewakirina pêvajoyê ne û got:

"Ez dikarim vê bibêjim. Em hîn di destpêka pêvajoyê de ne. Ya duyem, têkiliyên bi partiyên siyasî re ne ji bo agahdarkirinê, ji bo rewakirina pêvajoyê ne.

Dema bi van partiyên siyasî re têkilî tên danîn û hevdîtin tên kirin, ev ne li ser bingeha agahdarkirinê yan jî lihevkirinekê ye.

Em dizanin ku Ocalan dibêje bila hemû civak û partiyên siyasî beşdarî vê pêvajoyê bibin da ku ev pêvajo rewa bibe.

Eger heta niha bangek nehatibe kirin em dikarin bibêjin ku hîn prensîbên bingehîn, yanî ew prensîbên bingehîn ên ku dê bi raya giştî re parve bikin nehatine asteke gihiştî.

Heta li ser Rojavayê lihevkirinek çênebe, Ocalan ti bangan nake. Rewşa Sûriyeyê ne zelal e lewma Ocalan jî çavdêriyê dike."

"Tirsa Kurdan ji hêviyên wan mezintir e"

Rêvebirê Rawestê bal kişand ser wê yekê ku heya li Rojava statûyek nebe Ocalan bang nake û got, "

Roj Gîrasun got piştî ku xweseriya fiîlî li Rojavayê were garantîkirin, dê Ocalan daxuyaniyê bide û wiha berdewam kir:

"Yanî derbarê rewşa Rojavayê de, dibe ku navê wê Rêveberiya Xweser yan jî federasyon nebe lê divê Kurd li wir defacto yan jî fiîlî xweser bin.

Yanî divê wekî federasyonekê bin. Eger li wir ji bo Kurdan lihevkirinek çênebe, lihevkirineke wiha jî dernakeve holê.

Ne pêwîst e ku navê vê derê bibe herêma xweser a Rojavayê Kurdistanê yan jî bibe federasyon.

Lê divê li wir federasyoneke fiîlî yan jî rêveberiyeke xweser hebe da ku Kurd karibin bi çareseriyê bawer bibin, bi çareseriyê bawer bibin.

Ocalan jî bikaribe bangî rêxistinê bike. Civaka Kurd jî vê meşrû bibîne û bipejirîne.

Di raya giştî de tirs ji hêviyê mezintir e. Ji ber ku hûn dizanin dema sala 2015an pêvajoya yekem a çareseriyê qediya em vegeriyan salên 1945an, em vegeriyan salên 1950î.

Ji ber vê yekê eger ev pêvajo berdewam neke,  dibe ku pevçûn kûrtir û tundtir bibin.

Lewma tirsa Kurdan ji hêviyên wan mezintir in.”

Divê were gotin ku ji dema ku şandeya DEM Partiyê çûye Îmraliyê û vir ve nîqaşên derbarê pêvajoyeke nû de zêde bûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x