Kabîneya hikûmeta Tirkiyê ya niha îro bo cara dawîn dicive

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro li Enqerê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

31.05.2023, Çar - 07:49

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê ya niha îro bo cara dawîn dicive
Nuçe Belav bike

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, biryar e îro Çarşemê 31ê Gulana 2023an demjimêr 15:30 li Enqerê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive. Kabîneya niha civîna xwe ya dawî dê bike û tê çaverêkirin roja 3ê Hezîranê Erdogan li Parlamentoya Tirkiyê sonda yasayî bixwîne kabîneya nû eşkere bike.

Di rojeva kabîneyê de hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê hene. Encamên her du hilbijartinan dê bêne nirxandin. Herwiha hilbijartinên xwecihî ku tê çaverêkirin Adara 2024an bêne kirin, dê di rojeve kabîneyê de bin.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke medyayê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:08:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x