Li Konyayê erd hejiya

Li navçeya Kuluyê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbû. Piraniya niştecihên navçeya Kuluyê Kurd in.

29.08.2023, Sal - 07:14

Li Konyayê erd hejiya
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Konyayê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Kuluyê ya Konyayê saet 07:58 çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,8 pile bûye.

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 13,57 kîlometre bûye.

Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Parêzgariya Konyayê jî derbarê erdhejê de ragihand ku ji ber erdhejê ti agahiyeke neyînî negihiştiye wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 491 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x