Lijneya Ewlekariya Tirkiyê îro dicive: Mijara sereke êrişeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê ye

Lijneya Ewlekariya Tirkiyê îro dicive û mijara sereke ya civînê êrişeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê ye

21.07.2022, Per - 06:52

Lijneya Ewlekariya Tirkiyê îro dicive: Mijara sereke êrişeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê piştî du mehan li paytext Enqerê bi serokatiya Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dicive.

Tê çaverêkirin di civînê de, encamên lûtkeya Tirkiye-Îran û Rûsya, êrîşeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê, operasyona Pence-Kilîd a li nav axa Başûrê Kurdistanê, pêşveçûnên korîdora zad ku dê li Behra Reş bê vekirin û kirîna firokeyên F-16 ji Amerikayê bên gotûbêjkirin.

Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê di demekê de ye ku di encama topbarankirina gundê Perex ê Zaxoyê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn ku hemû geştiyarên ereb in.

Piştî êrîşê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihandibû ku ev bombebaran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin, lê Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de red kiriye ku destê wan di vê bombebaranê de heye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji berpirsên Iraqê kiriye ku di bin bandora PKKê de wan sucdar nekin û diyar kiriye ku amade ye ji bo aşkerekirina tawanbaran alîkar be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x