Otobus û barhilgir li hev qelibîn: 19 kes birîndar bûn

i bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê otobusa rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn, yek jê giran 19 kes birîndar bûn.

02.02.2024, Cum - 06:41

Otobus û barhilgir li hev qelibîn: 19 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Otobusa rêwiyan a ku ji Stenbolê diçû bajarê Endîrneyê ji paş ve li barhilgirekê da û wergeriyê.

Şofêrê otobusa rêwiyan di otobusê de asê ma û gelek rêwî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristî û parastina sivîlan cûn cihê bûyerê.

Cendirmeyan rê li ber trafîkê girt û tîmên tenduristiyê jî birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha tîmên parastina sivîlan jî şofêrê ku di otobusê de asê mabû derxistin û tîmên tenduristiyê ew rakir nexweşxaneyê.

Piştî ku otobus û barhilgira ku qeza kiribûun ji ser rê hatin rakirin rê li ber trafîkî hate vekirin.

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul jî li ser qezayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di qezayê de yek jê giran 19 kes birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x