Roja 6ê Sibata 2023an dû erhejên bi pileya 7.6 û 7.7 herêm hejand û li parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.
Karûbarên lêgerîn û rizgarkirina li pey qurbaniyên erdhejê berdewam in. Bi hezaran kes hîn di bin kavilê avahiyan de ne û karên lêgerîn û rizgarkirina wan berdewam in.
Beşek ji kesûkarên siyasetmedaran jî bûn qurbaniyên wê erdhejê. Parlamenterê AKPê yê Hatayê, Huseyîn Yayman roja yekem a erdhejê ragihandibû ku hejmarek kesûkarên wî jî di erdhejê de li jê kavilê avahiyan de mane.
Yayman roja Înê 10ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand 11 kesûkar û xizmên wî di erdhejê de canê xwe ji destdane.
Ew parlamenterê AKPê piştre beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û got, “Min 11 kesûkarên xwe bi axê spartin. Xwezî me tedbîrên pêdivî wergirtiban û xaniyên xwe saxlemtir çêkiriban.”
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca îro ragihand ku hejmara kesên ku di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 20 hezar û 213 kesan û hejmara birîndaran jî bo 80 hezar û 52 kesan zêde bûye.
Piştî erdhejê rexne gilî û gazin ji wê yekê dihatin kirin ku avahiyên li navçeyên erdhejê saxlem nehatine çêkirin û piraniya wan ji ber vê sedemê hilweşiyane. Li gor amarên fermî di wê erdhejê de zêdeyî 6 hezar û 200 avahî hilweşiyane.
Ev di demekê de ye Yekîtiya Baroyan ya Tirkiye (TBB) roja Înê 10ê Sibata 2023an derbarê herîfîna bi hezaran avahiyan de ku di encama Erdheja Mereşê de hilweşiyane lêpirsîn da destpêkirin. Herwiha Yekîtiyê ji bo delîlên heyî neyên jinavbirin û reşkirin banga wergirtina nimûneyan kir.