Perînçek ragihand: Partiya Vatanê muxtarî standine

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek ragihand ku partiya wan muxtarî standine.

01.04.2024, Pts - 09:57

Perînçek ragihand: Partiya Vatanê muxtarî standine
Nuçe Belav bike

Duh li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Yek ji wan partiyên ku bi nav û logoyên xwe beşdarî hilbijartinan bûbû jî Partiya Vatanê bû.

Li gorî encamên nefermî yên ku hatine ragihandin, Partiya Vatanê ti şaredarî wernegirtine.

“Serkeftinên girîng bi dest xistin”

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û got:

“Partiya Vatanê li hemû herêmên Tirkiyeyê serkeftinên girîng bi dest xistin.”

Dogu Perînçek wekî nîşaneya van “serkeftinên girîng” jî da zanîn ku partiya wî li Edene, Mereş, Sêwaz û Uşakê hinek muxtarî standine û pê de çû:

“Ji bo hukimraniyê kakilên tevgera gel çêdibin.

Tevgere gel dê bibe tevgerek ku ji MHP û AK Partiyê vediqete lê ji alîgirên wan re hembêza xwe vedike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:04:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x