PWKyê li Stenbolê piştgirî da çalakîya HEZKURDê ya ji bo dersa bijarte ya kurdî

PWKyê li Stenbolê piştgirî da çalakîya HEZKURDê ya ji bo dersa bijarte ya kurdî K

12.02.2024, Pts - 06:43

PWKyê li Stenbolê piştgirî da çalakîya HEZKURDê ya ji bo dersa bijarte ya kurdî
Nuçe Belav bike

PWKyê li Stenbolê piştgirî da çalakîya HEZKURDê ya ji bo dersa bijarte ya kurdî

HEZKURDê duh(11.02.2024) li Navçeya Esenyurt a Stenbolê, li qadê broşurên ku banga hilbijartina dersa bijarte ya kurdî dikin belav kir.

Serokê HEZKURDê Sûphî Ozgen û rêvebirên HEZKURdê beşdarî çalakîyê bûn.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kasim Ergun û rêvebir û endamên PWKyê jî beşdarî vê çalakîyê bûn û broşur li gel belav kirin.

Gelê li qadê pêşewazîyeke germ li vê çalakîyê kir.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun di derbarê armanca vê çalakîyê û piştigrîya PWKyê de agahdarî da telewîzyonên kurdî.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 453 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:15:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x