Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, derbarê gotegotên pirsgirêkên di navbera Selahattin Demirtaş û HDPê de ragihand, “Dibe ku nêrînên me û Demirtaş ji hev cuda bin; ev rast e. Lê ez wiha difikirim, ku armanca bingehîn a Demirtaş ew e; piştgiriya siyaseta partiyê bike.”
Mithat Sancar derbarê mijarên hilbijartinê û rojevê de ji Duvarê re axivî. Sancar dibêje, girîngiyeke dîrokî ya hilbijartinên 2023ê hene û eger rêjeya dengên wan di bin jı sedî 15ê de bimîne, vê yekê wek serkeftin qebûl nakin.
Sancar derbarê gotegotên pirsgirêkên di navbera HDP û Hevserokê berê yê girtî Selahattin Demirtaş de diyar kir “Dibe ku nêrînên me û hevalê me Selahattin Demirtaş ji hev cuda bin. Eger niha ne li girtîgehê bûya û di nav lijneyên partiyê de bûye, dê derfetên me yên zêde yê nîqaşê çê bûbûna. Em dizanin ku ev jî gelek xwezayî ye. Em partiyeke pirrengî ne. Bi pêkhateyan û kesên serbixwe sîstemeke me ya taybet heye. Gelek asayî ye ku nêrînên cuda hebin. Lê hebûna nêrînên cuda tiştek e û cudabûn mijareke din e.”
Sancar di berdewamiya axavtina xwe de got “Dibe ku nêrînên me û Demirtaş ji hev cuda bin; ev rast e. Lê cudahiya bingehîn a di navbera me de dîwarên girtîgehê ne. Lê ez wiha difikirim, ku armanca bingehîn a Demirtaş ew e; piştgiriya siyaseta partiyê bike.”