Serokê nû yê Banka Navendî ya Tirkiyeyê diyar bû

Bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Fatîh Karahan bû Serokê nû yê Banka Navendî ya Tirkiyeyê.

03.02.2024, Cts - 07:22

Serokê nû yê Banka Navendî ya Tirkiyeyê diyar bû
Nuçe Belav bike

Di serdama desthilata AK Partiyê de li Tirkiyeyê heta niha 7 serokên Banka Navendî hatine guhertin û Karahan di wê serdemê de dibe 8emîn serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê.

Li gorî biryara Serokkomarê Tirkiyeyê ku di Rojanemeya Fermî de hatiye belav kirin, alîkarê Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Fatîh Karahan wekî Serokê Nû yê Banka Navendî ya Tirkiyeyê hatiye erkdarkirin.

Li gorî biryarê erkê Hafîze Gaye Erkan bi dawî hatiye anîn û li şûna wê Fatîh Karahan hatiye danîn.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkan ku derdora 9 mehan ew post bi rê ve dibir bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê ji erkê xwe îstifa kiriye.

Serokê nû yê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Dr. Fatîh Karahan sala 1982yan li Eskîşehîrê ji dayik bûye.

Piştî ku beşên Matematîk û Endezyariya Pîşesaziyê li Zanîngeha Bogazîçiyê ya Stenbolê temam kirin, li zanîngeha Pensîlvanyayê ya Amerîkayê di ware aborî de master û doktora kir.

Karahan sala 2012an li Banka Navendî ya New Yorkê dest bi kariyera xwe kir û li wê derê 18 salan wekî Serokê Xebatên Bazara Berhem û Hêza Kar û Şêwirmendê Polîtkaya Pereyan kar kir.

Herwiha li zanîngehên Columbia û New Yorkê wekî mamoste kar kiriye.

Herî dawî sala 2022yan li Amazonê wekî ekonomîstê bi pile dest bi kar kir û di demek kurt de bû aborînasê sereke.

Li Tirkiyeyê di serdema desthilata AK Partiyê de ev 7emîn Serokê Banka Navendî ye ku tê guhertin û Fatîh Karahan dibe 8emîn Serokê Banka Navendî di wê serdemê de.

Serokên Banka Navendî yên ku di serdema AK Partiyê de hatine ser kar û dema erkê wan wiha ye:

Durmuş Yilmaz (2006-2011)

Doç. Dr. Erdem Başçi (2011-2016)

Murat Çetinkaya (2016-2019)

Murat Uysal (2019-2020)

Nacî Agbal (2020-2021)

Prof. Dr. Şahap Kavcioglu (2021-2023)

Dr. Hafîze Gaye Erkan (2022-2023)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:55:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x