Serokwezîrê Tirkiyê: Bila welatiyên me biaram bin, em nakevin şer

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim diyar kir ku ew encamên giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê nas nakin û encamê vî hewldanê li herêmê wê bibe sedema êşan û got, “Bila welatiyên me rihet bin, em tênakevin şer.”

25.09.2017, Pts - 11:55

Serokwezîrê Tirkiyê: Bila welatiyên me biaram bin, em nakevin şer
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ligel daxuyanî da nûnerên çend televîyonên Tirkiyê.

Binalî Yildirim bi kurtasî wiha got: “Tîmeke ji Wezaretên ku bi vê mijarê re eleqedar in li ser hûrgiliyan dixebitin, wê pir derengî nekeve emê gavên ku hewce dikin biavêjin. Der barê qada asmanî, der barê deriyên sînor de... Di vê de hin zehmetiyên me hene, yek ji van jî ew e ku kontrola deriyên sînor di destê pêşmergeyan de ye. Iraqê xwest ku bila ew deriyên sînor teslîm bikin. Lê ka ewê teslîm bikin an nekin, dê geşedaneke çawa çêbibe divê em vê bişopînin. Ji ber vê divê em bi Bexdayê re di nav diyalogeke baş de bin û vê pêvajoyê bi rê va bibin."

Her wiha Yidirim da zanîn :“Yên ku piştgiriyê didin wî hene. Bi ya min jê re gotin 'Ewê biqîrin, biqûjin lê di dawiyê de ev mesele wê safî bibe'. Lê bila ji bîr nekin ewên ku pişta wî miz didin heke kar baş nemeşe dê qet wî nas nekin. Cihê ku bê, deriyê ku wê lêxe ev der e, lewra erdnîgarî wiha ye."

Yildirim di devama axaftina xwe de got: "Emê bi hikûmeta Navendî ya Iraqê ra ji ber îhtimala deverên wek Kerkûkê ku niha li gor destûra bingehîn tevlî rêveberiya herêmî nîne û daxilê referandumê kirine û demildest hel bikin, di nav kordînasyonê de bixebitin. Ew der axa Iraqê ye û xwediyê gotinê ew in, heke ew di vê mijarê da ji me alîkariyê bixwazin emê bêguman vê yekê bînin cih."

Dema ku em ji deriyê hidûd derbas bûn û em ê biçin Bexdayê, heke pêşî li me were girtin û pirsgirêkek çêbe, em mecbûr in ku tevdîrên xwe yên ewlehiyê bibînin. Em dê vê yekê jî bi kordînasyona Hikûmeta Navendî ya Iraqê ra bikin. Heke li wê derê li dijî tirkmenan qetleke mezin, tunekirin bi vê wesîleyê cardin dest pê bike jî em bê deng namînin

Ev yek weke şer bê nirxandin şaş e. Bila welatiyên me rihet bin, em nekete şer. Bila kes netirse.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1019 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x