Şîroveya Bînalî Yildirim ya li ser Referandûma Kurdistan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, di majara referandûma Herêma Kurdistanê de Hewlêr 'bi israr kirina xeletiyan' rexnekir.

25.10.2017, Çar - 07:22

Şîroveya Bînalî Yildirim ya li ser Referandûma Kurdistan
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim derbarê pêşniyara cemidandina encamên giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de got: “Hemin ku hûn dê bihatana ser vê biryarê, we çima di vê xeletiyê de pêdagirî kir û bi ya xwe kir?

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, li bajarê Îzmîrê di Forma Aborî ya Egeyê de axivî û behsa referandûmaa Serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir.

Yildirim axaftina xwe de got: “Biryara li bakûrê Iraqê hatibû dayîn xelet bû. Îro, Serokê Rêveberiya Herêma Bakurê Iraqê Barzanî ragihand, ku ew vedigerin ser mercên pêş referandûmê. Dê baş e, hemin ku hûn dê bihatana ser vê biryarê, we çima di vê xeletiyê de pêdagirî kir û bi ya xwe kir? We çima guh neda Tirkiyê, ku bi salane we diparêze û ji we re qada jiyanê çêdike.”

Serokwezîrê Tirkiyê biryara giştpirsiyê weke biryareke xelet bi nav dike û dibêje: “Hesabê xelet berî bigihe Bexdayê şûnde vegeriya.”

Derbarê peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de Yildirim eşkere kir, ku ji ber alozî û gengeşiyên salên dawiyê, ev peywendî ne di asta daxwaza wan de ye.

Yildirim got, ku biryara tevlîbûna Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê ne di destê wan de ye û di destê Yekîtiya Ewropayê bi xwe de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:06:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x