Tirkiye amadekariya operasyoneke din li Rojava dike

Tirkiyê dê dest bi operasyoneke nû wek ya Mertala Ferêt li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bike, piştî refrandûmê.

01.04.2017, Cts - 14:37

Tirkiye amadekariya operasyoneke din li Rojava dike
Nuçe Belav bike

Rojnemeya “El-Heyat” belav kiriye, ku Tirkiyê ji çend yekîneyên opozîsyona Sûriyê re gotiye ku, ew amadekariyan dike ji bo destpêkirina operasyoneke nû li Sûriyê, wek ya operasyona Mertala Ferêt, lê piştî bidawîhatine referandûma guhertina destûrê.

Li gor wê rojnameyê, Tirkiyê dê piştevaniya yekîneyên opozîsyonê bike, da ku wan ji bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ve ber bi Reqayê ve bibe.

Di 24ê Tebaxa 2016 an de Tirkiye digel hejmarek ji girûpên çekdar yê opozisyonê dest bi operasyona Mertala Ferêt kir, ku li gorê berpirsên wê yên leşkerî armanca wê kontrolkirina 5 hezar k.m çargoşe ye ku di nav de bajarên Cerablus, Raî, Dabiq, û bajarê Babê ye.

Encûmena Asayişa Netewî ya Tirkiyê di roja 29 Adarê de operasyona leşkerî ya hêzên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê di navbera Efrîn û Kobanê de “Mertala Ferêt” bidawî anî.

Rojnameyê amaje bi wê yekê kiriye, berpirsên odeya hevahingiya operasyonên leşkerî ya li başûrê Tirkiyê yên bi navê “Mûm” ji hin serkirdeyên yekîneyên opozsyonê xwastiye ku rêzên xwe di bin serokatiya Eqîd Fedlelah Hacî (Serkirdê di Feyleq El-Şamê de) yek bixin ji bo wê operasyonê.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, grûpên opozîsyonê Ceyş El-Nesir, Ceyş EL-Ize, Ceyş Idlib a Azad, Ceyş El-Mucahidîn, grûpa Festeqim û du firqeyên din bi vê biryarê hatine agahdarkirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fikrî Îşîk ragihandibû, ku welatê wî dê dest bi operasyoneke din li Sûriyê bike, dema hest bi gefa li ser ewlehiyê wê hebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1600 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:22:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x