Xortekî ji Qamişloyê piştî ji girtîgeheke Tirkiyeyê derketiye hatiye revandin

Xortê bi navê Elî Welî, piştî ku ji Girtîgeha Tîpa Lyê ya Erzinganê derketiye hatiye revandin.

24.04.2024, Çar - 09:01

Xortekî ji Qamişloyê piştî ji girtîgeheke Tirkiyeyê derketiye hatiye revandin
Nuçe Belav bike

Elî Welî 19 salî ye û ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ew li Tirkiyeyê hatibû girtin û 13ê Adara 2023an ji girtîgehê tê berdan.

Elî Welî 13ê Adarê ji girtîgehê hatiye berdan û ji wê demê ve wenda ye.

Malbata wî heta niha jî tiştekî li ser wî nizane.

Kesên Elî revandiye bi telefonekê Tirkiyeyê li malbata wî geriyaye û dîmenên şkencekirina wî, ji malbatê re şandine.

Malbata Elî Welî dengê wan tomar dike û belav dike.

Elî Welî di telefonê de ji malbata xwe re dibêje, “Ez wiha texmîn dikim ku li Sûriyeyê me lê nizanim ev der kû der e.”

Dayîka Elî Welî Necimê Weliyê ji Rûdawê re got ku kesên kurê wê revandine ji wan xwestiye ku bibin sîxur.

Bi gotina Necimê Weliyê wan kesan gotiye ku eger bavê Elî sîxuriyê qebûl neke dê kurê wê bikujin.

Necimê Weliyê herwiha da zanîn ku wan kesan gefa kuştinê li hemû endamên malbatê jî xwariye.

Malbata Elî Welî xwe gihandiye Şaxa Komeleya Mafên Mirov a Mêrdînê û ji wan alîkariya hiqûqî xwestiye.

Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê ji bo dîtina Elî Welî serî li saziyên pêwendîdar daye.

Necimê Weliyê herî dawî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku Elî Welî li Tirkiyeyê ye û di destê MÎTê de ye.

Berpirsên girtîgehê ji xizmên wî re gotibû ku dê wî bişînin navendeke vegerandinê da ku here Rojavayê Kurdistanê lê wan ne gotibû kîjan navend e.

Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:11:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x