Amerîka: Em nafikirin ku ji Minbicê vekişin

Fermandarê Hêzên Navendê yên Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel di derbarê Minbicê de daxuyanî da û got, "Fikra me tune ye ku em ji Minbicê vekişin."

29 Çile 2018 - 06:26
29 Çile 2018 - 06:26
 0
Amerîka: Em nafikirin ku ji Minbicê vekişin

Generalî amerîkayî di daxuyaniya xwe ya ji bo CNN Internationalê de anî ziman ku ew nafikirin ku ji Minbicê vekişin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu roja şemiyê de di daxuyaniyeke xwe de gotibû, "Divê Amerîka peywendiya xwe ya bi rêxistineke terorê re biqedîne. Û divê wan bêçek bikin û çekên xwe ji wan bistînin. Divê tavilê ji Minbicê jî vekişin."

Ev nûçe bi tevahî 1103 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:28:27