Serok Mesûd Barzanî: Gelê Kurdistanê tevî hemû zextan jî berxwedêr bû
Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û got, "Spas, wekî her demê tevî hemû zextan jî hûn berxwedêr bûn. Hûn nimûneya wefa û fedakariyê ne û ez bi we şanaziyê dikim."

Baregeha Barzanî peyama Serok Barzanî belav kir.
Peyama Serok Barzanî di demekê de ye ku nêzîkî 80 roj in meaşên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hatine birîn.
Ango karmendan meaşên mehên gulan û hezîranê wernegirtine û li Îraqê jî karmend meaşê meha tîrmehê werdigirin.
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser çi ne?
Di vê demê de, pirsgirêkên sereke yên li pêşiya neşandina meaşan, mijara hinardekirina petrolê û dahatên (ne-neftî) navxweyî yên Herêma Kurdistanê ne.
Îraq, Herêma Kurdistanê bi radestnekirina dahatên navxweyî tohmetbar dike lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê red dike.
Di heman demê de, mijara petrolê jî wekî girêkeke din a kor di navbera Hewlêr û Bexdayê de maye.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de, Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye ku wekî qonaxa yekem rojane 280 hezar bermîl petrol radestî Kompanyaya Somoyê were kirin û 120 hezar bermîlên din jî ji bo pêdiviyên navxweyî bên bikaranîn.
Li aliyê din, Bexdayê xwestiye ku rojane 400 hezar bermîl petrol were radestkirin û kompanyaya Îraqî biryarê bide ka dê çend jê were hinardekirin û dê çawa pê re miamele bike, ev jî bûye destpêka nakokiyan.
Li gorî yasaya budceya giştî ya Îraqê, divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radest bike da ku para wê ya ji budceyê were şandin.
Êrişên dronan ên li ser Herêma Kurdistanê
Her çiqas Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê nêzîkî lihevkirinê bûn jî, êrişên dronan ên li ser bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji bo peymanê bûn asteng.
Di heyama nêzîkî 20 rojên êrişên dronan de, asta hilberîna petrolê ji 280 hezar bermîlên rojane daket 140 heta 150 hezar bermîlan.
Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed ragihand ku di encama van êrişan de Herêma Kurdistanê hilberîna 200 hezar bermîl petrolê ji dest daye.
Komelaya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APICUR) jî ji ber êrişan "bi neçarî" hilberîna li qadên petrolê rawestandibû.
Di maweya 18 rojên vê mehê de, nêzîkî 20 êrişên dronan li Herêma Kurdistanê hatin kirin ku piraniya wan li qad û bîrên petrolê bûn.
Lihevkirina piştî êrişan
22yê Tîrmeha 2025an Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Husên ji Rûdawê re got:
"Îraq û Herêma Kurdistanê li hev kir ku rojane 81 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê radestî Îraqê were kirin.
Ji vê rêjeyê, 50 hezar bermîl dê ji bo navxwe were bikaranîn û 31 hezar bermîl jî dê bidin Wezareta Petrolê ya Îraqê."
Li gorî agahiyên Rûdawê, erêkirina Îraqê ya li ser vê hejmarê heta wê demê ye ku rewşa bîrên petrolê asayî dibe.
Piştre her du alî dê vegerin ser naveroka wê peymana ku di 17ê Tîrmehê de hatibû îmzekirin.
Di wê peymanê de,Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 230 hezar bermîl petrol radestî Somoyê dike.
Wezareta Darayî ya Federal jî pêbend dibe ku li gorî yasaya budceyê, ji bo her bermîlekê 16 dolaran bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Her li gorî peymanê, rojane 50 hezar bermîl ji bo bikaranîna navxweyî ji bo Herêma Kurdistanê tê terxankirin û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê soza dayîna lêçûna berhemanîna vê hejmarê bide.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dahatên navxweyî pêbend bûye ku ji bo mehên gulan û hezîranê 120 milyar dînaran radestî Wezareta Darayî ya Federal bike.
Her wiha, tîmeke hevbeş ji her du dîwanên çavdêriya darayî yên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê were pêkanîn da ku di dema mehekê de li ser dahatên navxweyî lêkolînê bike û para Hikûmeta Federal diyar bike.
Wezareta Darayî dê li ser vê bingehê jî bi lez dê dest bi belavkirina meaşên karmendên Herêma Kurdistanê yên ji bo mehên gulan, hezîran û mehên din bike.
Nûvekirina herî dawî: 19:13:41