Rubio ji Sûdanî re got: Dest bi şandina petrola Herêma Kurdistanê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re gotiye mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne û dubare dest bi şandina petrola Kurdistanê bike.

23 Tîrmeh 2025 - 12:33
23 Tîrmeh 2025 - 12:33
 0
Rubio ji Sûdanî re got: Dest bi şandina petrola Herêma Kurdistanê bikin

Li gorî daxuyaniyeke Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî re li ser êrişên dawî yên li dijî binesaziya enerjiyê axivî.

Rubio tekezî li ser girîngiya wê yekê kir ku divê hikûmeta Îraqê lêpirsînê li ser êrişkaran bike û rê li ber dubarebûna wan di paşerojê de bigire.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê amaje bi girîngiya dayîna mûçeyên Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam û destpêkirina ducare ya hinartina petrolê ya bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê kiriye.

Mijareke din jî Heşda Şebî bû.

Marco Rubio dilgiraniya kûr a Amerîkayê ya derbarê pêşniyaryasaya Desteya Heşda Şebî de ducare kir ku niha li Encûmena Nûneran a Îraqê ye.

Rubio got, "Her yasayeke bi vî rengî dê bibe sedema sazîbûna bandora Îranê û komên çekdar ên terorîst, û ev yek jî dê serweriya Îraqê lawaz bike."

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:01:02