Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Elî Bapîr kir û banga yekrêziyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya jinûve-hilbijartina Elî Bapîr weke Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wî kir.

23 Tîrmeh 2025 - 12:29
23 Tîrmeh 2025 - 12:29
 0
Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Elî Bapîr kir û banga yekrêziyê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Tîrmehê di peyamekê de, tekezî li ser girîngiya yekrêziyê kir û got: "Hêvîdar im Komela Dadgerî ya Kurdistanê û hemû hêz û aliyên Kurdistanî, li ser parastina maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, xwedî helwest û dengekî hevpar bin."

Ev pîrozbahî piştî lidarxistina pêncemîn kongreya Komela Dadgerî ya Kurdistanê hat. Kongre roja 19ê Tîrmehê, bi beşdariya 907 endaman (180 ji wan jin bûn) li bajarê Hewlêrê dest pê kir û du rojan berdewam kir.

Dîroka Komela Dadgerî

Komela Dadgerî ya Kurdistanê, ku berê navê wê "Komela Îslamî ya Kurdistanê" bû, di Gulana sala 2001an de hatiye damezrandin. Ji destpêka damezrandina wê ve heta niha, her carê Elî Bapîr weke serokê partiyê hatiye hilbijartin.

Partî cara yekem di sala 2005an de beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû û bi komkirina şeş hezar dengan, bû xwediyê du kursiyan. Di hilbijartina dawî de jî, hejmara kursiyên wê gihişte sêyan.

 

Ev nûçe bi tevahî 9 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:30:13