Dayika Şemiyê Emîne Ocakê koça dawî kir

Dayika Şemiyê Emîne Ocaka ku kurê wê sala 1995an ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatibû kuştin koça dawî kir.

23 Tîrmeh 2025 - 12:32
23 Tîrmeh 2025 - 12:32
 0
Dayika Şemiyê Emîne Ocakê koça dawî kir

Dayika Şemiyê Emîne Ocaka ku bi salan e li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê ji bo dîtina kujerên kurê xwe beşdarî çalakiyên Dayikên Şemiyê dibe, îro koça dawî kir.

Berî mehekê krîza dil Emîne Ocakê dabû û ew di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dihat dermankirin.

Platforma Dayikên Şemiyê îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Em bi xemgîniyeke mezin radigihînin, me Emîne Ocaka ku bi cesaret, rijd û biryardariya xwe dengê herî xurt ê têkoşîna me ya heqîqet û edaletê bû, ji dest da.”

Agahiyên derbarê merasîma cenaze dê pêştre bêne ragihandin.

Emîne Ocak dayika Hasan Ocak e ku sala 1995an bi şkenceyê hat kuştin û roja 15ê Gulana 1995an termê wî li Daristana Beykozê ya li Stenbolê hat dîtin û li goristana bêkesan hatibû veşartin.

Emîne Ocak 30 sal in ji bo dîtina kujerên kurê xwe têdikoşiya da ku bên darizandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:26:35