Ebadî: Em nikarin mûçeyê fermanberên Kurdistan bidin

Di gotina xwe ya heftane de, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, hikûmeta wî nikare mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.

20 Berfanbar 2017 - 03:11
20 Berfanbar 2017 - 03:11
 0
Ebadî: Em nikarin mûçeyê fermanberên Kurdistan bidin

Ebadî dibêje: "Bi sedema hebûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê nikare mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne".

Ev bihaneya Ebadî di demekê de ye, ku di lîsta cîhanî ya gendeliyê de, nave Iraqê li pêşya welatên herî gendel e.

Daxuyaniya Ebadî nîşaneke ji berdewamiya dorpêça hikûmeta Iraqê li ser Herêma Kurdistan û xelkên wê û herweha nîşana redkirina çarekirina kêşeyan e bi riya diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Ev nûçe bi tevahî 1444 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:30:35